Li gundewarê Laziqiyê 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Li eniyên Laziqiyê di encama şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de, 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, li başûrê Laziqiyê şer di navbera artêşa hikûmeta Şamê û çeteyên bi ser Tirkiyê ve berdewam e û herî dawî li Cebel El-Tirkman 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Li aliyekî din jî û li gorî heman çavkaniyê, vê sibehê artêşa hikûmetê gundên başûrê Idlibê bi topan kirin armanc, lê ti agahî der barê encama wê de bi par ve nekir.

Back to top button