Nûrî Mehmûd: Parastina destkefiyên şoreşê ji hemû civakê tê xwestin

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bû mêvanê bernameya civak û parastin a televîziyona me Ronahî TV û parastina destkeftiyan ji erka her kesî dît û teqez kir ku eger derfetên mîna yên hikumeta Şamê di dest wan de hebana, wê niha Sûriye bi temamî ji çeteyên dewleta Tirk rizgar bibaya.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel/YPG’ê Nûrî Mehmûd bû mêvanê bernameya civak û parastin a televîziyona me Ronahî TV.

Şoreşa Rojava û şerê li dijî terorê ji mijarên hatin nîqaşkirin bûn.

Berdevkê YPG’ê dibêje:

“Eger em li destpêka aloziya Sûrî vegerin û eger karînên hêzên hikumeta Şamê di destê hêzên “YPG û YPJ”ê de hebana, wê welat ji destê çeteyan hatibe rizgarkirin”.

Nûrî Mehmûd pêşketina şoreşê di gelek milan de bir bîr xist, ku heta niha gelek gavên girîng li ser erdê hatine avêtin.

Li gorî Mehmûd, sedema vê pêşketinê jî hevahengî û alîkariya hemû pêkhateyên herêmê ye.

Nûrî Mehmûd: DAIŞ, Qayîda û Cebhet El-Nusra girêdayî ajendeyan bûn lewma têk çûn

Mehmûd bal kişand ser çeteyên dewleta Tirk ên li herêmê jî û têkçûna çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Qayîdê, li girêdana wan a bi ajendeyên derve ve, girêda.

Back to top button