Elî Îlyas Nasir bû Babe Şêx ê Êzidiyan yê nû

Wekîlê Îmarata Êzidiyan a Cîhanê, piştî mirina Şêx Xorto Ismaîl Hacî bi erêkirina Mîrê Êzidiyan, endamên Meclisa Ruhî û hejmareke mezin a rûspiyên Êzidiyan, Elî Ilyas Nasir wekî Babe Şêx yê nû pejirand.

Îro, wekîlê Îmarata Êzidiyan a Cîhanê mîr Cehor Elî Beg ragihand ku piştî civîna şêwirmendiyê ya li hola kongreyan a li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, Elî Ilyas Nasir wekî Babe Şêx hatiye pejrandin.

Ew kurê mezin ên Babe Şêx Ilyas e ku beriya Babe Şêx Xorto Ismaîl peywira Babe Şêx girtibû.

Li gorî ola Êzidiyatiyê, tê payîn ku roja çarşemê (18`ê Mijdarê) li Laleşê bi awayekî fermî peywira xwe bigire.

Hêjayî gotinê ye ku piştî mîrê Êzidiyan, Babe Şêx peywira duyem a herî bilind di ola Êzidiyatiyê de ye.

Babe Şêx kesayetiyeke olî ye û ti merasîmek bê biryara wî nayê kirin.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku Babe Şêx Xorto Ismaîl bi temenê 87 saliyê di Cotmeha borî de li nexweşxaneyeke Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabû.

Li gorî urf û adetên ola Êzidiyatiyê, Meclia Ruhî û mîrê Êzidiyan piştî mirina Babe Şêx 40 rojî disekinin ku di wê demê de nabe Babekî Şêx ê nû bê hilbijartin.

Di wê demê de rê ji kesên alim û qedir bilind ên di nava êzdiyan de, tê dayîn heke piştî 40 rojan tu kesên bi wê rengî derneketin, wê demê Meclisa Ruhî û mîrê Êzidiyan kesekî ji malbata Babe Şêx Îsiyanî û malbata babe Şêx Şêxikî hildibijêrin.

Her car, Babe Şêx ji malbatekê ji van her malbatên neviyên Şêx Fexir El-Dîn tê pejrandin.

Di hilbijartinê de hevsengî di navbera her du malbatan de pêk tên û taybetmendiyên olî yên kesê tê hibijartin jî di ber çavan re tên derbaskirin.

Back to top button