Jinnews: Di meha Gulanê de 39 jin hatin kuştin

Li gorî daneyên ajansa JINNEWS’ê di meha Gulanê de 39 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin, her wiha mirina 23 jinan jî bi guman e.

Li Kurdistan û Tirkiyê tundiya li hemberî jinê û kuştina jinan didome.

Lê daneyên ku ji hêla medyayê ve tê parvekirin tabloya rast danaxe holê.

Çend piştevaniya jinan li her qadên mezin bûn jî di heman demê de jî bû hedefa desthilat û mêran.

Bi taybetî di meha gulanê de li herêmên erdhejê tundiya li hemberî jinê zêde bûn.

Li gorî daneyên ajansa JINNEWS’ê di meha gulanê de 39 jin û zarokek hatiye kuştin.

Jinek jî bi giranî ji kuştinê rizgar bû.

Mirina 23 jin û 3 zarokan jî bi guman e.

Pitika ku destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.

Li gor daneyên ajansê parve kirin.

Li Edenê 6, Stenbolê 9, Meletî 1, Antalyayê 5, Îzmîrê 2, Muglayê 2, Konyayê 2, Amedê 3, Dîlokê 1, Trabzonê 1, Aydinê 2, Kocaeliyê 1, Wanê 1, Kirşehirê 1 û li Îzmîrê jî 2 jin hatin Kuştin.

Back to top button