Gerilaya YJA-Star’ê Gulistan Gulmez piştî birîndariyê 40 rojan birin nexweşxanê

Gêrilaya YJA-STAR’ê Gulistan Remziye Gulmez ku di operasyona li Başûrê Kurdistanê bi giranî birîndar bû, piştî 40 rojan birin nexweşxanê.

Artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê ji Nîsana 2022’an de êrişan li dijî herêmên Zap, Avaşin û Metînayê pêktînin û her cure çekên qedexekirî û balafirên şer bi kar tînin.

Di şerê li dijî dagirkeriyê de gerilaya YJA-STAR’ê Gulistan Remziye Gulmez bi giranî birîndar dibe û dîl tê girtin.

Piştî 40 rojên birîndariyê dewleta Tirk a dagirker Gulistan birin nexweşxanê.

Ew di van rojan de rastî zext û êşkenceyên giran ên artêşa Tirk hat.

Gulistan Remziye niha li Nexweşxaneya Navenda Tip a Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ye.

Back to top button