Meclisa Jinan a HDK: Em ê tevî astengiyan têkoşîna azadiya jinê mezin bikin

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan der barê êrişên li dijî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Bûldan de daxuyanî da û got: “Tevî hemû astengiyan em ê têkoşîna azadiya jinê berfireh bikin”.

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê bi daxuyaniyekê êrişên li ser medyaya dijîtal li dijî Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan hatiye destpêkirin şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ew bi biryar in destkeftiyên jinan ên bi bedelên giran hatine bidestxistin biparêzin û gotin:

Bi temsîliyeta wekhev têkoşîna li qada siyaseta demokratîk dê berdewam bike.

Rêya derbaskirina vê pêvajoyê bi xebitandina hemû mekanîzmayên me yên rêxistinî û vekirina cihên xitimiyê pêk tê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, em ê tevî hemû astengiyan têkoşîna azadiya jinê berfireh bikin

Û li tu qadên jiyanê rê nedin nêzîkatî û pêkanînên serwer ên mêr.

Back to top button