TJK-E têkildarê xebatên jinan yên derve konferansek li dar xist

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), têkildarê xebatên li ser têkiliyên derve di 3-4’ê Hezîranê bi tevlêbûyîna 50 delegeyan li bajarê Basel ê Swîsreyê konferansek li darxist.

Ji seranserê Ewropayê ji 6 welatan 17 pêkhate tev li konferansê bûn.

Di konferansê li ser konfederalîzma jinan a cîhanê, xebatên têkiliyên derve û avakirina pergalê nîqaş hatin kirin.

Ji bo jinên ku li Parîsê şehîd bûne, plansaziyeke çalakiyan ji 25’ê Mijdarê ta bi 9’ê Çileyê hat kirin.

Konferans, ji çar rûniştinan pêk hat.

Li ser polîtîkayên baviksalariyê yên li ser berxwedana jinan nîqaş hatin kirin.

Her wiha mijarên avakirin, mezinkirin û berdewamiya xebatên têkiliyên derve yên jinan hatin nîqaşkirin.

Li ser mijarên enformasyon, lobiya alternatîf û konfederalîzma jinan a demokratîk a cihanê axaftin hatin kirin.

Di konferansê de biryar hat girtin ku ji bo meclîsên jinan û torên ku hatine avakirin, pêvajoyên hevbeş bên destpêkirin, kampanya bi navê ‘Ji Ocalan re hezar deng’ were birêxistinkirin.

Back to top button