Li Tirkiyeyê zarokeke karker bi temenê xwe yê 13 salî jiyana xwe ji dest da

Li Tirkiyê di navbera salên 2013-2022’an de 616 ‘zarokên karker’ di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan, îro jî ‘zarokê karker’ yê 13 salî di bin asansora bar de ma û jiyana xwe ji dest da.

Li Tirkiyê tenê di 5 mehên dawîn ên sala 2023’an de 585 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, 46 ji wan jin û 5 jî zarok bûn.

Li Tirkiyê qaşo karkirina zarokan qedexe ye, di nava zarokên jiyana xwe ji dest dane temenê 4 û 5 salî hene.

Zarokê ku jiyana xwe ji dest da bi navê Harûn Yildizê e.

Harûn li navçeya Altindaga Enqereyê di dikanek tamîra otobusan de dixebitî di bin asansora bar de ma û jiyana xwe ji dest da.

Piştî derbasbûna demekê li ser bûyerê ekîbên tenduristiyê, polîs û agirkuj hatin cihê bûyerê.

Cenazeyê Harun Yildiz piştî lêpirsîna dozgeriyê sewqî Saziya Tipa Edlî hat kirin, der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Back to top button