Li Borkîna Faso bombeyek bi erebeya leşkerî ve teqiya, 6 leşker hatin kuştin

Li Borkîna Faso ya Rojavayî Efrîqiyayê bombeyek bi erbeyeke leşkerî ve teqiya û 6 leşker hatin kuştin.

Artêşa Borkîna Faso bi daxuyaniyekê ragihand, li nêzî bajarê Yalanca yê herêma Arbînda, di dema derbasbûna erebeya leşkerî de bombeyek teqiya, di encam de 6 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Destpêka vê mehê jî li bakur rojavayê vî welatî, di encama teqîna bombeyekê de 14 sivîl ku piraniya wan xwendekarên dibistanê bûn, hatin kuştin.

Ji sala 2015’an ve ji ber teqînên çeteyên DAIŞ û El-Qaîdê derdora 635 kes hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button