Rêzçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî

Bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî çalakî li herêmê têne lidarxistin.
Jin bi rengê xwe qadan dixemilînin û bi coş li hêviya 8’ê Adarê ne.
Di çalakiyên de teqezî li ser domandina rêya fikir û felsefeya Rêber Apo hate kirin.

Li herêmê bi rêzeçalakiyan jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin.

Îro jî bi heman armancê li navçeya Tirbespiyê Rêveberiya Dibistanan şahiyek ji bo xwendekaran li dar xist.

Di şahiyê de çalakiyên hunerî, çandî û şano ji aliyê xwendekaran ve hatin pêşandan.

Kongra Star li Çilaxa jî semînerek derbarê 8’ê Adarê de da.

Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl di semînerê de amade bûn.

Di semînerê de hate gotin:

“Rêber Apo nêrîna jinan guhert û diyariyek da wan ku îdeyolojiya rizgariya jinan pêş bixin.”

Her wiha li Minbicê jî Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek da.

Jinên beşdarî semînerê bûbûn diyar kirin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jin gihan vê astê û divê xwedî li vê yekê bêderketin.

Bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê li Dirbêsiyê pêşengehek hate lidarxistin

Back to top button