Li herêmê hêrsa li dijî tecrîda li Îmraliyê

Piştî erdheja li navçeya Gemlîkê ya li nêzî girtîgeha Îmraliyê pêkhateyên herêm li ser rewşa Rêber Apo bifkarin.
Gelê herêmê bi çalakiyên cuda banga eşkerekirina rewşa Rêber Apo dikin.
Her wiha pêngava komkirina îmzeyan li herêmê dewam dikin.
Li Dêrazorê xebatên komkirina îmzeyan hatin destpêkiri û wê 15 rojan bidome.

Beriya 4 rojan li navçeya Gemlîk ya Bûrsayê ku girava Îmralî 50 kîlometre jê dûre, erdhejek pêk hat.

Piştî vê yekê fikarên li ser rewşa Rêber Apo hîn zêdetir bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê daxuyaniyek da û wiha got:

“Em bêdengiya hêzên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan li hember rewşa ku Rêber Apo tê de ye şermezar dikin.

Em li ser rewşa Rêberê xwe gelekî bifikar in bi taybet piştî erdheja li Gemlîkê.

Divê tavilê saziyên mafên mirovan serdana Rêbertî bikin û rewşa wî zelal bikin.”

”Divê têkoşîn bêhtir bêmezinkirin”

Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bi daxuyaniyekê banga eşkerekirina rewşa Rêber Apo kir.

Kombûnê diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Apo sûcekî li dijî pîvan û nirxên mirovî û exlaqî ne.

Dêrazorê jî xabatên komkirina îmzeyan hat ragihandin.

Berdevkê Meclisa Êlan a El Bû Kemalê Selah El Selman axivî û got:

“Divê cîhan tev de û rêxistinên mafên mirovan destwerdanê bikin, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”

Pêngav wê 15 rojan dewam bike.

Back to top button