Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê balkişand ser bomebarana li herêma Akrê û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk Başûrê Kurdistanê dike hedef.
Dewleta Tirk a dagirker 26 û 27’ê Çile, gundê Çemşerîtkê û Çîyayê Zêbar yê Akrêya Duhokê bombebaran kir.
Ji ber bomebaranê sivîlê bi navê Seîd Hebîb Sîranî şehîd û sivîlê bi navê Nizar Hacî Şaban jî bi giranî birîndar bû.
Navenda Ragihandina HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike û bi zanebûn herêmên sivîlan bomebaran dike.
HPG’ê îdiayên dewleta Tirk ya hebûna gerîla li wir derewand û teqez kir ku ti tevgera wan li wê herêmê nîne.
HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd re sersaxî û ji sivîlê birîndar re şîfa xêrê xwest.
HPG’ê teqez kir ku wê hesabê ji van kiryarên dewleta Tirkiyê bipirse.