Dewleta Tirk a dagirker li aliyê Girê Spî sewqiyatên leşkerî yên nû pêk tîne. Her wiha dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine demografiya herêmê dighure û malbatên çeteyan li wir bi cih dike.
Çavkaniyên ji Girê Spî diyar kir ku di nava çend rojên dawîn de dewleta Tirk tevî gelek leşkeran alîkariyên leşkerî ji tank, panzer û çekên giran derbasî Girê Spî kir.
Çavkaniyan anî ziman ku hêzên derbasî xaka Sûrî bûyîn li eniyên rojavayê bajarê Girê Spî û başûrê wê hatine bicihkirin.
Herêmên mijara gotinê nêzî rêya navdewletî M4 û navçeya Eyn Îsayê ye.
DEWLETA TIRK A DAGIRKER
25 MALBATÊN ÇETEYAN LI TIL TEMIR Û 60 JÎ LI SERÊ KANIYÊ BI CIH KIRIN
Li aliyekî din jî dewleta Tirk guhertina demografîk li herêmên ku dagir kiriye pêk tîne û dixwaze bi vê yekê dagirkeriya xwe mayînde dike.
Li gorî vê li herêmên dagirkirî 85 malbatên çeteyan hatin bicihkirin.
Gundewarên navçeya Til Temir ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, malbatên çeteyan lê tên bicihkirin.
Li gundê Xirbet Cimo 5, gundê Hiras ê Til Temirê 20 malbatên çeteyên ji Idlib û Humusê, hatine bicihkirin.
Beriya du rojan jî 60 malbatên çeteyên Sultan Mûrad ên ji Idlib û Humus derbasî Serê Kaniyê kirin.