Ciwanên Kurd bi meşek dirêj komploya navnetewî şermezar bikin

Salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Ocalan nêz dibe. Bi vê boneyê ciwanên Kurd yên Li Ewropayê wê dest bi meşa dirêj bikin. Ciwanan banga tevlîbûna li her kesî kirin.

Bi boneya salvegera 22’an a komploya navnetewî li dijî Rêber Ocalan wê ciwanên Kurd yên li Ewropa bimeşin.

Meşa ciwanan wê di bin slogana “Tecrîdê nehêle, bi Rêber Apo re azad bibe ” pêk were.

Meş wê 7’ê Sibatê ji bajarê Frankfûrtê yê Almaniyayê dest pê bike û 13’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg yê Fransayê bi dawî bibe.

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê di serî de ciwan bang li her kesî kirin ku tevlî meşê bibin û banga azadiya Rêber Ocalan bikin.

Back to top button