Asayişê 4 belavkarên madeyên narkotîkê li Reqayê girtin

Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz daya gelê xwe ku ewê ji bo parstin û ewlehiya herêmê ranewestê û her xebata xwe bidomînê.
Bi riya daxuyaniyên rojane yê hêzên Asasiyê ev yek tê dîtin.
Her kesê ku hewil dide aramiya gelên herêmê xira bike, ji hêzên Asayişê nafiltê û tê girtin.
Herî dawî, li bajarê Reqa 4 belavkarên narkotîkê hatin girtin û 146 hezar hebên kaptagon hatin desteserkirin.

Ji bo parastin û ewlehiya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hêzên Asayişê di amadebaşiyê de ye.

Kes û aliyên ku dixwazin aramiya herêmê xira bikin, ji aliyê hêzên asayişê ve tên şopandin.

Bi operasyonên rojane û girtina van kesan jî, ev yek tê xuyakirin.

Herî dawî li bajarê Reqayê 4 bazirganên narkotîkê ji aliyê hêzên Asayişê ve hatin girtin.

Ev yek bi riya daxuyaniyekê ji aliyê navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê, Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Narkotîk operasyonek 20’ê Sibatê li bajarê Reqayê pêk anîbû.

Asayîşê 164 hezar hebên kaptagon desteser kirin

Navendê ragihand ku 4 belavkarên madeyên hişbir girtine û 164 hezar hebên captagon desteser kirin.

Li gorî daxuyaniya navendê,

Di lêpirsînê de de diyar bû, kesên hatine binçavkirin heb ji bajarê Humsê dianîn herêmê, da ku derbasî derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Back to top button