KCK: Em ê daxwaz û hesreta Mam Beşîr teqez bi cih bînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo koça dawî ya Mam Beşîr sersaxî xwest û diyar kir, ew ê daxwaz û hesreta wî teqez bi cih bînin. Her wiha KNK, KCDK-E û Koordînasyona Êzidî Mam Beşîr bi bîr anîn. 

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Hesen Dûtar bi navê xwe yê din Mam Beşîr ku bi dehan salan xizmet ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re kiriye, li Şengalê ji ber krîza dil koça dawî kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Mam Beşîr peyama sersaxiyê weşand û xemgîniya xwe anî ziman.

KCK’ê sersaxiyê ji gelê Kurdistanê, Êzidî û malbata wî re xwest û diyar kir ku Kurdistana azad, Êzidxana azad hesreta wî bû, ew ê teqez bên pêkanîn.

KCK’ê destnîşan kir ku Mam Beşîr mîna Mam Zekî, ji bo rêxistinbûn û têkoşîna Êzidiyan bi roleke girîng rabû û got:

Mam Beşîr bi têkoşîna xwe ya bi rûmet a ji dehan sal, ev şehadet bi wate kiriye.

Ji şehadeta li nava têkoşînê bi rûmettir sekneke din nîne.

Mam Beşîr ji bo şoreşger û demokratan mirovekî mînak e.

Şoreşgerekî gelparêz bû ku ji bo jiyana azad û xweser a Êzidiyan bi şev û roj dixebitî.

Mam Beşîr jî mîna Mam Zekî bandor li jiyan û têkoşîna Êzidiyan kir.

Wan bi sekna xwe, têkoşîn û daxwaza xwe ya azadiyê meyandin.

Êzidî wê êdî vê derfeta ji bo afirandina Êzidxana xweser ji dest bernedin.

Êzidxana azad û xweser ku hesreta Mam Zekî û Mam Beşîr bû, wê teqez pêk bînin

KCK’ê ji civaka Êzidî xwest ku bi xurtî tevlî merasîm û bîranînên Mam Beşîr bibin, da ji komploger û dijminên azadiyê re bibe bersiv.

KNK, KCDK-E û Koordînasyona Êzidiyên Ewropayê Mam Beşîr bi bîr anî

KNK, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê û Koordînasyona Civaka Êzidiyan a li Ewropayê jî ji bo Mam Beşîr peyama sersaxiyê weşand û soz dan ku wê armancên Mam Beşîr bi cih bînin û bi berpirsyariya xwe rabin.

MXDŞ, PADÊ, TAJÊ û Meclisa Jinên Êzîdî Mam Beşîr bibîr anîn

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan -PADÊ’ê,Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û Sîwana Meclisa Jinên Êizdî bi daxuyaniyên cûda cûda sersaxî ji malbata Mam Beşîr re xwestin û ragihand ku ewê şopdarê rêka Mam Beşîr bin.

PYD: Em soza parastina nirxên Mam Beşîr didin

PYD jî bi daxuyaniyeke ji malbata Mam Beşîr re sersaxî xwest û destnîşan kir ku gelê Kurd parêzvanekî doza kurdî winda kir.

PYD’ê got: ” Em soza parastina nirxên ku ji bo wî têkoşîn dikir didin.”

Back to top button