Fermandariya Leşkerî ya Amerîkî li Afrîkayê (AFRICOM), ragihand ku di operesyonekê li Somalê de, 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin..
Li gorî fermandariyê, ev operesyon li dijî DAIŞ’ê bi koordîneya Hikumeta Fedral a Somalyayê, duh li gundê Temerşî yê Başûrê Rojhilatê welêt pêk hat.
NY jî teqez kir ku ew ê piştgiriya Somalyayê li dijî komên çete bikin..
Hêzên Taybet li Wilayeta Puntland jî ragihand ku, wan di 2 rojan de, 20 çeteyên DAIŞ’ê ku di nav de serçete jî hene, li gundên Tormasalî û Umêra yên Bakurê Somalyayê hatin kuştin..
Hêzên Somalyayê jî êrîşek li dijî civîna tevgera Ciwanan a girêdayî Qayîdayê li bajarê Erbo ya Coba Wista pêk anî û di encamê de, 3 serçete hatin kuştin û avahiya civînê rûxiya…