Bi dirûşma ‘Bi rihê berxwedana malbatên şehîdan em ê Rêber Apo rizgar bikin’ Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê ji bo nirxandina karên 2 sal û nîvan civînek li dar xist.
Civîn bi beşdarbûna malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û Kongra Star û Meclisa Giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hinek aliyên din hat lidarxistin.
Di civînê de, Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Hediya Yûsif êrîş û sûçên dewleta Tirk a dagirker li ser her devera Kurdistanê şermezar kirin û ji bo rawestandina van êrîşan jî banga yekrêziyê li hemû Kurdan kir..
Piştre Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê Velentîna Ebdo rapora rewşa rêxistinî ya 2 sal û nîvan a Meclisa Malbatên Şehîdan xwend.
Di dawiya civînê de, Rûşîn Xelîl Mûsa û Mihemed Hisên Ehmed weke hevserokên nû yên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hilbijartin.