Hêzên Hikumeta Şamê bi gelek hawinan gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku duh hêzên hikumetê çend eniyên li başûrê Idlibê û yên li Hemayê topbaran kirin.
Lê heya niha der barê ziyanan de tiştek nehatiye bidestxistin.
Dewleta Tirk 30 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin
Jixwe şandina çekan bo Idlibê jî her didome..
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku artêşa Tirk 30 maşîneyên leşkerî ku bi dîwarên çementoyî û alavên lojstîk barkirî bûn, di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.
Bi vê yekê re, ji destpêka Adarê û heya niha 4 hezar û 955 maşîneyên leşkerî derbasî herêmê bûne..