Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyniyekê detayên sûcê kuştina zaroka 5 salî ya bi navê Yasmîn Ehmed li Minbicê eşkere kirin. Fermandariyê ragihand hem kujer û hem jî kesên ev sûc vedişartin jî hatin girtin.
Fermandariyê di daxwuyaniyê de ev agahî bi par ve kirin:
“Roja pêncşama derbasbûyî gelê bajarê Minbicê li ser bûyera kuştina zaroka 5 salî ku bi kêrê hat kuştin, hişyar bû.
Bi wê re yekser endamên Antî-Teror ên Minbicê dest bi lêpirsînê kirin û li sedemên kuştinê geriyan.
Li gorî deta û belgeyên di rapora tiba edlî de eşkere bûne, Yasmîn bi kêrê hatiye kuştin.
Hêzên me kujer ku birayê wê yê mezin e girtin.
Û 2 xwişkên wê jî ji ber ew sûc vedişartin, girtin.
Fermandariyê diyar kir piştî belge û îsbatên ku wan bi dest xistin, sûcdar li xwe mikur hat.
Her wiha Fermandariyê eşkere kir jî ku kujer madeyên hişbirê vedixwar û difiroşt.
Fermandariyê dawiyê eşkere kir sûcdar wê ji komîteya lêpirsînê re werin veguhestin.