Komîteya Jîngeh û paqijiyê dest bi pêngaveke paqijiyê li Kesekê dikin

Îro Komîteya Jîngeh û paqijiyê bi alîkariya şaredariyên Hesekê dest bi amadekariyên pêngava paqijkirinê li ser asta kantona Hesekê kirin.
Ev pêngav wê 2 Şibatê de bi awayekî fermî ji aliyê Komîteya Jîngeh û paqijiyê û şaredariyên Hesekê pêk bê.
Di derbarê vê mijarê de Hevserokê komîteya Jîngehê ya kantona Hesekê Rustem Bekir diyar kir ku armanc ji vê pêngavê ku tax û kolan paqij bên hiştin.
Her wiha Rustem Bekir bang li tevahiya şêniyan kir ku bi endamên wan ên paqijiyê re alîkar bin.

Back to top button