Girtiyên li girtîgeha Gîresûnê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdorveger kirin

Li dijî binpêkirina mafan, girtiyên li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê a bajarê Tirkiyê, girtiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan û zextên rêveberiya girtîgehê dest bi çalakiya grêva birçîbûnê kiribûn.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 55’emîn de dewam dike.

Ji girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de Erdal Emeç, Aydin Ogûz, Ahmet Bûdak çalakî veguherandin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Girtiyan bi reya telefonê li malbata xwe geriyan û ev biryar ragihandin

Girtiyan anî ziman heta ku daxwazên wan pêk bên wê çalakiya wan a greba birçîbûnê bidome û gotin:

Ji ber greva îro dane destpêkirin wê wan bibin hucreyên yek kesî

Bi tecrîdê re hewl tê dayîn rûmeta mirovahiyê û nasnameya mirovan bê binpêkirin.

Li Girtîgehê yekser êrîşî nasnameya kurd dikin.

Li vir hevalên me yên nexweş hene ku li ber mirinê ne.”

Back to top button