Li bajarê Girê Spî, derbarê êşkenceya çeteyan ser jinekê, gel daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan da.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ket malekî li taxa El-Şelal a Girê Spî û diziya tiştên li malê kir.
Di serdegirtina vê malê de, çeteyan êşkenceyeke giran li jinekê kir û di encamê de jin li nexweşxaneyê hat rakirin.
Ji ber vê hovîtiyê, xelkê bajêr daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan da.
Li aliyeke din, li naverasta bajêr şer û pevçûn navbera komên çete bixwe derketin.
Hat zanîn jî ku komên çete hêzên xwe komî serhev dikin.
Tê payîn ku sibe xelkê bajêr dakevin qadan û bi çalakiyeke girseyî li qada giştî banga cezakirin û derxitina çeteyan ji bajêr bikin.