Xelkê Ranyayê: Hêdî bes e ji hikûmetê re

Hêrsa xelkê Başûrê Kurdisatnê li dijî hikûmeta heyî berdewam e, îro careke din li nevçeya Ranyayê xwepêşandan pêk hatin û careke din banga hilweşandina hikûmetê hat kirin.

Di saetên êvarê de carek din welatiyên navçeya Ranyayê li dijî hikûmetê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşanderan rêya sereke ya nava bazara navçeyê girtin.

Di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket û ji her du aliyan çend kesek birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku ev zêdetirî hefteyek e li Ranyayê xwepêşandanên li dijî hikûmetê berdewam dikin.

Li ser hemû rêyên ketin û derketina navçeyê bendên kontrolê hatine zêdekirin û rê bi ciwan û çalakvanan nayê dayîn derbasî nava navçeyê bibin.

Duh li seranserî bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin û banga hilweşandina hikûmetê hat kirin.

Di van xwepêşandanan de alozî derketin û gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin.

Back to top button