Di teqîneke li Hecîna Dêrazorê de 3 kes birîndar bûn

Li Sûka bajaroka Hecîn a girêdayî Dêra Zorê teqîneke pêk hat, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, kesekî rûgirtî motorsîklîteke bombebarkirî li sûka bajarokê Hecîn li nêzî nexweşaneya Şîfa bi cih kir.

Hate diyarkirin ku dema serokê Meclisa Hewama, Suhbî Mihemed Îbrahîm, di sûkê re derbas bû, motorsîklêt teqiya.

Di encamê de Subhî Mihemed Îbrahîm û du kesên din birîndar bûn.

Şêniyan birîndar rakirin nexweşxaneyê û hat gotin ku rewşa birîndaran baş e.

Derbarê naskirina sûcdarên vê bûyerê jî, hêzên asayîşê ketine tevgerê.

Back to top button