Li herêmên Hikûmeta Şamê 74 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî pêketina 74 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 74 kes bi vîrûsê ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha wezaretê ragihand ku 15 kesên din ji vîrûsê baş bûn.

Li gorî van daneyên dawî jî, heta niha li herêmên Hikûmeta Şamê, 2 hezar û 217 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 505 baş bûne û 89 jî mirine.

Back to top button