Artêşa Israîlî 4 endamên şaneyekê li nêzî sînorê Sûriyê kuştin

Artêşa Israîlê ragihand ku wan 4 kes li nêzî sînorê Sûriyê kuştin.

Îro berbangê, berdevkê artêşa Israîlê Afxay Adru’î ragihand, dema van kesan bombeyek li başûrê Colanê diçand, artêşê ew gulebaran kirin û çandina bombeyê pûç kir.

Adru’î destnîşan kir ku hêzeke taybet ji artêşa Israîlê,, bi alîkariya firokeyeke leşkerî, ev şaneya ku ji çend kesan pêk dihat, li nêzî baregeheke leşkerî ya Israîlî, gulebaran kir.

Nasnameya endamên vê şaneyê nehat diyarkirin, her wiha nehat zanîn jî bê çawa derbasî vê herêma leşkerî bûne.

Back to top button