MXDŞ: Divê Iraq û cîhan tevde 3’yê Tebaxê weke jenosîd nas bikin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê der barê fermana 73an de daxuyaniyek da û teqez kir ku ew ê ti carî hawarhatina gerîlayan bo civaka Êzidî ji bîr nekin. Meclisê bang li cîhan û hikûmeta Iraqê kir ku Fermana 3’yê Tebaxê weke jenosîd nas bikin û ji Kurdan jî xwest ku xwedî li Şengalê derkevin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê bi boneya 6. Salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da.

Meclisa Şengalê diyar kir ku 3’ê Tebaxê Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Civaka Ezidî ya herî kevnar a Rojhilata Navîn kir û xwest vê civaka resen ji holê rake.

Meclisê got:

“Civaka Êzidî rastî komkujiyek pir dijwar û bê exlaqî hat.

Cîhanê jî ji vê cenosîdê re çavên xwe girt û xwe kerr, kor û lal kir.

Mixabin 18 hezar peşmergeyên ku qaşo Şengal diparastin, civaka Êzidî bi qirkirinê re rû bi rû hiştin û reviyan.

Ne ew 12 gerîlayên PKK’ê bûna, wê DAIŞ komkujiya Şengalê bibira serî.

Yên xwe gihandin hawara Êzidiyan û rê nîşanê civakê dan û ew parastin gerîla bûn.

Wê civaka Êzidî ti carî wan ji bîr neke.”

MXDŞ’ê da zanîn ku fermana ku 2014 îro bi şêwazekî din ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve tê meşandin.

MXŞD’ê anî ziman ku:

Civaka Êzîdî îro ji aliyê siyasî, rêxistinî û leşkerî bûye xwedî hêz û wê rê li ber planên dijmin bigire..

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li cîhan û hikûmeta Iraqê kir ku fermana 3’yê Tebaxê weke jenosîd nas bike.

MXDŞ: Divê Êzidiyên li kampan vegerin ser axa xwe

Meclisê her wiha bang li hemû Kurdan kir ku xwedî li Şengalê derkevin û got:

Divê gelê me yê li kampan dimînin, bilez vegerin ser axa xwe.

Gerek em Şengalê weke paytexta Êzidiyan bibînin.

Meclisa Xweseriya Şengalê, di dawî de diyar kir ku heta ku Şengal bibe xwedî vîn, statû û mafên xwe, wê têkoşîna xwe bilintir bikin û tola hemû şehîdên fermana 73an hilîne.

Back to top button