Qonaxa duyem a hevdîtinên partiyên Kurdî dest pê kiriye

Çavkaniyekî ji komîteya danûstandinan ji Ronahî TV re ragihand ku, qonaxa duyem a hevdîtinên partiyên Kurdî li Rojava dest pê kiriye.

Li gorî heman çavkaniyê, di çarçoveya qonaxa duyem de, du caran hevdîtin di vê demê de çêbûne..

Çavkaniyê da zanîn ku di danûstandinan de, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û nûnerê Amerîka ji bo bakur û Rojhilatê Sûrî û nûnerên ji PYNK û ENKS’ê amade bûn.

Li gorî agahiyên ku beriya niha jî me bi par ve kiribûn, nîqaş li ser avakirina lêvegereke siyasî tên kirin, da ku mijarên leşkerî û rêveberî werin gotûbêjkirin.

Back to top button