Hizba Zehmetkêşan: Divê hêzên Kurdî berê çekên xwe nedin hev

Endamê Polîtburoya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Hîwa Seîd Selîm û Rojnamevanên Germiyanê eşkere kirin heger nakokiyên siyasî yên navbera PDK’ê û PKK’ê çareser nebin wê bi xwe re şerê navxweyî bîne.

Êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê berdewame.

Li aliyekî din jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re didome.

Endamê Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Hîwa Seîd Selîm, di derbarê êrişa hêzên PDK’ê ya li Xelîfan a li dijî koma gerîla axivî û anî ziman ” Herger nakokiyên siyasî yên navbera PDK’ê û PKK’ê çareser nebin wê bi xwe re şerê navxweyî bîne.

Hîwa Seîd destnîşan kir ku wê tu hêzek Kurdî ji aloziyên siyasî û şerê navxweyî de bi sernekeve û wiha pê de çû:

“Heta niha Herêma Kurdistanê baca şerê navxweyî dide.

Ji ber vê yekê jî divê em wane ji tecribêyên xwe bigrin., da ku em carek din berê çekên xwe nedin hevdû.”

Rojnamevanên Başûr : PDK kirê girtiyê dewleta Tirk e

Têkildarî mijarê, Rojnamevanên herêma Germiyanê jî ev nirxandin kir:

” PDK ji bo dewleta Tirk bi rola kirêgirtî û nokertiyê radibe.

PDK’ê dest bi ser desthilata Başûr de girtiye û bi vê yekê xizmetê ji dewleta Tirk re dike.”

Rojnamevan Lawan Ehmed diyar kir siyaseta şerxwaz a PDK’ê û propagandaya wê ya li dijî PKK’ê ye.

Tevî ku PKK hêzek Kurdî ye, li her çar parçên Kurdistanê parastina şeref û namusa Kurdan dike.

”Erkê me ye ku yekîtiya xwe ya netewî biparêzin”

Şêniyê ji Rojhilatê Kurdistanênavê Hesen Belede ev êrîşê rene kir û anî ziman ” Eger em bixwazin welatê xwe nas bikin, di serî de divê dijminên Kurdistanê nas bikin.

Hesen Belede balkişand li ser Yekîtiya Netewî û da zanîn ” Eger em careke din di nava partiyên Kurdan de yekîtiyekê çêbikin û dubare zindî bikin, wê demê Kurd dikarin careke din helwesta xwe nîşanê giştî cîhanê bide.

Niha karê herî girîng ya ji bo parastina Kurdistanê bê kirin eve ku careke din yekîtiya netewî çê bibe.”

Welatiyên Qeladizê: PDK bi fermana dewleta Tirk êrîşî gerîla dike

Welatiyên bajaroka Qeladizê ya navçeya Ranyayê ji Rojnews’ê re axivîn û êrîşên Tirkiyê ser herêmê û hevkariya bi dijmin re şermezar kirin.

Welatiyan diyar kir ku rayedarên PDK’ê îradeya xwe ji dest dane û radestî dewleta Tirk bûne.

Welatiyan got:

“Dijminên Kurdan bi milyonan dolar ji bo derxistina şerê Kurd bi Kurd xerc dikin ji bo wê divê PDK ezmûnê ji rabirdûyê wergire.”

Back to top button