Di demeke nêzîk de parqa navendî ya Tebqayê vebe

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji sedî 85 xebatên amadekirina parka navendî bi dawî kiriye.
Çavdêr e ku di çend rojên bê de park were vekirin.

Jinûve amadekirina parka navendî ya Tebqayê yek ji projeyên plansaziya 2023′yan bû.

Xebatên jinûve avakirina parkê di Îlona îsal de dest pê kiribû.

Komîteya Jîngehê kerîdorên parkê bi kevirê enterok sererast kir.

Dirêjahiya her kerîdorekê 200 mître ye.

Her wiha hewzek avê bi dirêjahiya 6 metreyan ava kir ku kursî û sîwan li derdorê daniye.

Komîteyê 200 darên serû, 700 darên merx û xurme û cureyên dîtir li parkê çandine.

Li gor Hevserokê Komîteya Jîngehê Cemal Ebdulletîf xebatê wan êdî ber bi dawi ye ve diçin.

Parka navendî ya Tebqayê ku firaniya wê 10 donim e, xwedî cihekî stratejîk e.

Ji ber ku li ser rêya giştî ya navbera gundan, taxan û rêya navneteweyî ye.

Ev girîngî dihêle ku park bibe cihê bêhndanê û meqseda şênî û rêwiyan.

Back to top button