“Ji bo Rêber Apo divê heyeta qanunî were avakirin”

Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî ji bo parastina Rêber Apo pêşniyarek kir.
Li gor wî ji bo Rêber Apo bê parastin divê heyeteke qanûnî li ser asta cîhana Ereban were avakirin.

Muxtar Xebaşî yek ji beşdarên pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Apo ye.

Xebaşî anî ziman ku li dadgeha ku Rêber Apo lê hatî darizandin, mentiqê edalet û mafê hêviyê tune ye.

Muxtar Xebaşî pêşniyar kir ku ji bo parastina Rêber Apo pêwîste heyeteke qanûnî were avakirin û got:

“Eger ne li ser asta navneteweyî be, bila li ser asta cîhana Ereb be.

Ji bo vê heyetê divê ji tevahî welatan an ji her deverê kesayet werin hilbijartin.

Divê komeke qanûnî were avakirin ku ji tevgera qanûnî dest bi xebatê bike.

Di heman demê de divê komek ji bo ragihandin û siyasetê jî hebin ku balê bikişînin ser zulma li ser Rêber Apo tê kirin.”

Bi pêkanîna fikrên Rêber Apo tevlihevî û şerên li cîhanê kêm dibin

Back to top button