Dadgeha Alman cezayê mûebedê li çeteyekê DAIŞ’ê birî

Doza çeteyê DAIŞ’ê yê Iraqê Taha El Cumalî ku ji ber qirkirina Êzdiyan li Almanya dihate birêvebirin, doh bi encam bû.

Dadgehê cezayê zindanê yê heta hetayê li çeteyê DAIŞ’î birî.

Bi vî awayî cara pêşî ye ku li Almanyayê DAIŞ’iyek ji ber qirkirina Êzdiyan weke sûcdar hate dîtin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya hin hêzên herêmî û navneteweyî 3’ê Tebaxa 2014’an êrişî Şengalê kirin.

Di encamê de bi hezaran Êzdî hatin kuştin..

Her wiha bi hezaran jin û zarok jî hatin revandin û heta niha aqûbeta gelekê wan ne diyar e..

Êrişa DAIŞ’ê ku bi armanca tinekirina civaka Êzdî pêk hatibû, li gorî hiqûqa navneteweyî tevgereke qirkirinê ye..

Û ev ferman piştî 7 salan li cîhanê yekemcar ji aliyê dadgehekê ve bi navê “qirkirinê” hate qebûlkirin.

Biryara naskirina qirkirinê li bajarê Frankfûrtê yê Almanyayê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate dayin.

Çeteyê DAIŞ’ê Taha El Cumalî ku bi aslê xwe Iraqî ye, ji Nîsana 2020’an ve li Frankfurtê dihat dadgehkirin.

Sûcê wî jî tevlîbûna nava hewldana qirkirina gelê Êzdî bû.

Çete Cumalî sala 2015’an zarokeke Êzdî tevî dayika wê li bazara koleyan kirîbê.

Paşê bi êşkenceyê bibû sedema kuştina zarok.

Doza çeteyê DAIŞ’î doh bi encam bû.

Dadgeha Frankfurtê fermana dijî Êzdiyan wek qirkirin pênase kir û ji ber vî sûcê dij-mirovahiyê çeteyê DAIŞ’ê mehkûm kir.

Dadgehê cezayê girtîgehê yê heta dawiya emrê xwe lê birî.

Fermana sala 2014’an li Şengalê, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hin saziyên navneteweyî ve weke qirkirinê yan jî di asta qirkirinê de hatibe naskirin.

Lê cara pêşî ye ku dadgeheke Ewrûpî heman pênaseyê dike.

Û ji ber vê yekê, biryara Dadgeha Frankfûrtê weke girîng tê şîrovekirin.

Back to top button