Ciwanên MSD li bajarê Hesekê komxebatek lidar xistin

Ciwanên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Hesekê bi dirûşmeya “Veguherînên Demokratîk li Sûriyê Rola Ciwana ye” komxebatek li dar xist.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Di komxebatê de rola ciwanan di Veguherînên Demokratîk de hate nîqaş kirin.

Axaftina destpêkê ya komxebatê Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed kir.

Îlham Ehmed di komxebatê de bal kişand ser rola ciwanan di guhartinê demokratîk de û got:

Ciwan roleke mezin di guhertina civakê de dilîzin.

Pêwîste ciwan xwedî hêz, enerjîk û çalak bin.

Komxebat bi nirxandina ciwanên MSD û pêkhateyên kombûyî dewam kir. Di dawiyê de jî ji aliyê ciwanên MSD ve daxuyaniyek hat dayin.

Back to top button