Rêxistina Efûyê ya navnetewweyî tundiya li dijî xwepêşandanên li Başûr rexne kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) têkildarî xwepêşandanên başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û zext û êrişa li dijî xwendekaran rexnekir.

Li Başûrê Kurdistanê ev 5 roj in xwepêşdana xwedekar û welatiyan berdewam dike.

Li dijî xwepêşanderan şîdetek zêde hate bikaranîn û gelek xwendekar hatin binçavkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir, hikûmeta Başûrê Kurdistanê rexne kir û got:

“Li Silêmaniyê belavbûna tundiya li hemberî xwendekaran êrîşa herî dawî ya hêzên ewlehiyê li dijî ciwanan nayê qebûl kirin.”

Rêxistina Efûyê di dawiyê de bang li rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku hêzên ewlekariyên ku dundiyê li dijî xwendekaran pêktînin bişopînin û sozên ku derbarê azadiya mafên mirovan de bi cih bîne.

Back to top button