Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 bi dijwarî topbaran kir.
Êriş û topbarana artêşa Tirk a dagirker êdî bûye rojane.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh careke din derengiya şevê gundên Dibis û Hoşan û rêya M4 yên navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin.
Di encama topbarana ketûber de ziyan gihîşt erd û zeviyên şêniyên li herêmê.