HDP’ê kongreya xwe ya asayî ya 4. li dar xist

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê a Bajarê Enqereyê Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku di kongreyê de axivî, diyar kir ku niha dem dema HDP’ê ye û got: “Em ê di hilbijartinê de vê desthilatê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin. Niha dem dema rêya 3’yemîn e.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Enqereyê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li dar xist.

Nûnerên gelek partiyên siyasî yên pêkhateyên HDP’ê û rêxistinên civakî yên sivîl tevli kongreyê bûn.

Di kongreyê de pêşî Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllî-oglu axivî û destnîşan kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecî-oglu jî mêvanên li eywanê silav kir û got, “gel HDP ye û gel vaye li vê derê ye.”

Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar xîtabî beşdaran kir.

Mîthat Sancar: Em ê desthilatê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin

Mîthat Sancar diyar kir niha li Enqereyê dem dema HDP’ê ye û dem dema guhertinê, destpêkek û avakirinek nû ye.

Sancar destnîşan kir ku ew ê guhertinê ji Enqereyê bidin destpêkirin û got: “Enqere ya ciwan û şoreşgeran e. Enqere cih warê şoreşgerên wek Mahîr, Denîz e, Enqere destpêkirina tevgera azadiya kurd e, cihê têkoşîna siyasî ya kurd e.”

Sancar anî ziman ew ji bo aştî û demokrasiyek mayînde û edaletê bi cih bînin têkoşîna xwe mezin dikin û wiha dewam kir: “Em wek HDP’ê dixwazin tifaqa gelan a demokrasiyê pêk bînin.

Em dizanin ku ev desthilatdara AKP’ê 20 sal in li ser kar e û li pey wan sûcên mezin hene.

Lewra ji têkçûnê ditirsin.

Em bi têkoşînek rasteqîn dikarin li dijî vê desthilatdarê bi ser bikevin.”

Sancar bal kişand ser hilbijartinên demên pêş yên li Tirkiyê û diyar kir ew ê yêkitiya hilbijartinê li ser tifaqa demokrasiyê ava bikin

Mîthat Sancar diyar kir heke hilbijartin bibe parçeyek têkoşîna rojane wê çaxê ew dikarin rê li ber serkeftinê vekin û got: “Heke em wisa bimeşin em ê di hilbijartina pêş de desthilatdar û pergalê biguherînin.

Lewma jî li Tirkiyê bi pêşengiya HDP’ê dem dema Tifaqa Demokrasiyê ye û dem dema Rêya 3’yemîn e.”

Back to top button