HPG’ê ragihand ku li Zapê leşkerekî din ê dagirker ji aliyê hêzên wan ve hate cezakirin.
Li ser êrişên dagirkeran jî HPG’ê got, qadên gerîla 49 caran hatin bombekirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên arteşa Tirk a dagirker yên navbera 3 heta 7’ê Kanûnê daxuyaniyek da û wiha got:
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; li dijî dagirkerên ku hewl didan daran bibirin di encama çalakiyek sekvaniyê de, dagirkerek hat cezakirin.
Bi heman taktîkê li girê Amediyê jî 2 kamerayên mobesse ên dagirkeran hatin bêkêrkirin.
Li herêmên Metîna û Xakurkê jî di encama çalakiyan de kamerayeke mobesse û çeperek hate îmhakirin.
Arteşa Tirk a dagirker qadên gerîla 49 caran bombebaran kir
Derbarê êrişên arteşa Tirk û sûcên wan jî HPG’ê ev agahî parve kirin:
Çeperên şer ên li herêmên Zap û Metînayê;
23 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî, carekê jî bi droneya bombebarkirî hatin bombekirin.
Her wiha qelek qadên Herêmên Parastina yên Medyayê jî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.