Welatiyên li Şehba bo hikumeta Şamê: Dorpêça we zarokên me dikuje

Koçberên Efrînê û xelkên Şehbayê îro daketin qadan û dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê bi meşekê şermezar kir.
Di meşê de, hêrsa li dijî bêdengiya saziyên mirovî jî hebû.
Welatiyan pirsa, çima hûn dengê xwe nakin pirsîn.

“Dorpêça we zarokên me dikuje”..

Siyaseta dorpêçê dibe sedema felaketeke mivovî..

Kanî Rêxixtinên Mirovî.?

Ev diruşma Koçberên Efrînê û xelkên Şehbayê yên dijî dopêça hikumeta Şamê bû.

Vê sermê û zivistanê bi meşekê şênî daketin qadan û bi banga rakirina dorpêça li ser herêmê kirin.

Meş ji çerxerêya navçeya Ehdasê dest pê kir û heta nuqteya kontrole ya hêzên hikumeta Şamê ya di navbera Heleb û Şehbayê de dewam kir.

Li ber nuqteya kontrolê li ser navê meşvanan Mistefa Hesen axivî.

Mistefa Hesen destnîşan kir ku ji 6 salan ve hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser Şehbayê dide meşandin.

Hesen diyar kir ku hikumeta Şamê bi dorpêçê dixwaze berxwedana gel têk bibe û got:

“Bi siyasetên xwe yên qirêjî dorpêçeke giran li ser Şehbayê didin meşandin.

Di nava vê siyasetê de gel dibe armanca qirkirinê. Lê dorpêç li hember berxwedana me nabe bend.

Dawiyê hate gotin, bi sekna gelê me wê dorpêç têk biçe û ew ê herêmên dagirkirî jî bên rizgarkirin.

Back to top button