Îngîlîstan: Plana şandina koçberan bo ruandayê bû sedema krîza hikûmetê

Piştî plana Îngilîstanê ya şandina penaberan bo Ruandayê ji aliyê dadgehê ve hate astengkirin, peymana nû ya di navbera her du welatan de bû sedema qeyrana hikûmetê.
Serokwezîrê Îngîlîstanê Rishi Sunak piştî ku Wezîrê Koçberiyê Robert Jenrick ê bi gotina “qanûn nayê sepandin” ji kabîneyê îstifa kir, li rêyekê digere.

Îngîlîstan û Ruanda di Nîsana 2022an de li ser şandina koçberên li hev kirin.

Lê meha borî Dadgeha Bilind a Îngîlîstanê plana hikûmetê ya şandina penaberan neqanûnî dît.

Û biryar dabû ku Ruanda ji bo penaberan ne welatekî ewle ye.

Piştre Brîtanya û Ruanda peymanek îmze kirin ku ji bo bihêzkirina parastina koçberan soz didin.

Piştî ku plana Îngilîstanê ya şandina penaberan bo Ruandayê ji aliyê dadgehê ve hate astengkirin, peymana nû ya di navbera her du welatan de bû sedema qeyrana hikûmetê.

Serokwezîrê Îngîlîstanê Rishi Sunak piştî ku Wezîrê Koçberiyê Robert Jenrick ê bi gotina “qanûn nayê sepandin” ji kabîneyê îstifa kir li rêyekê digere.

Sunak di nameya ku li hember îstifaya Wezîrê Koçberiyê nivîsandibû de diyar kir ku plana şandina koçberan bo Ruandayê dê bi ser bikeve

Sunak got, “Eger em dadgehan bi temamî ji holê rakin, em ê plana tevahî hilweşînin.”

Wezîrê Karên Hundir ê Îngîlîstanê James Cleverly qebûl kir ku qanûn dikare rêgezên mafê mirovan ên navneteweyî binpê bike

Lê dîsa jî ji parlamenteran xwest ku bi her awayî piştgiriyê bidin.

Wezîrê Derve yê Ruandayê Vincent Biruta jî diyar kir ku eger Îngîlîstan pabendî qanûnên navdewletî nebe welatê wî dê lihevkirinê betal bike.

Back to top button