HPG’ê nasnameyên 3 şehîdên azadiyê eşkere kir

Hêzên Parastina Gel HPG’ê, nasnameya 3 hevreyên xwe ên şehîd eşkere kir.
HPG diyar kir şehîdan ji bo her xebatê ji derveyî serketinê tiştekî din qebûl nedikirin û got:
Bi layiqî pêdiviyên wezîfe û berpisyariyên xwe yên demê bi cih anîn.”
Di serî de ji malbatên hêja ên şehîdan re, HPG sersaxî ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku 10’ê Adara 2023’an di êrişa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, hevrêyên wan ên hêja Elîxebat, Rênas û Cesûr gihiştine şehadetê.

HGP diyar kir li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger şehîdan heta dawiyê têkoşîna azadiyê dan meşandin û wiha got:

Hevrêyên me Alî Xebat, Rênas û Cesûr her kêliya têkoşîna xwe bi vê zanebûn û berxwedanê derbas kirin.

Di gelek qadan de beşdarî têkoşîna şoreşger bûn û ji bo siberoja azad a gelên me hewl dan.

Hevrêyên me li her devera ku lê ne, weke endamên felsefeya Apoyî bi seknên xwe di dilê gel û hevrêyên me de cih girtin.

HPG: Ji derveyî serketinê tiştekî din qebûl nedikirin

Bi domdarî HPG’ê anî ziman hersê hevreyan berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih anîn û bûn mîlîtanên Apoyî yên mînak.

Di serî de ji malbatên hêja ên gerîlayên şehîd re, HPG sersaxî ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û got:

Hevreyên me wê her tim di têkoşîna me de bijîn û ji me re pêşengiyê bikin.

Agahiyên derbarê nasnameyên gerîlayên 10’ê Adara 2023’an de li Herêmên Parstinê yên Medyayê şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Alî Xebat Botan
Nav û Paşnav: Erdînç Bolcal
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik: Melahat
Navê Bav: Asif
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Adara 2023’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rênas Raperîn
Nav û Paşnav: Faîk Aydin
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik: Xayle
Navê Bav: Seîd
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Adara 2023’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Cesûr Vedat Welat
Nav û Paşnav: Abdulmuttalip Dogrûcû
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Yuksel
Navê Bav: Fahrettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Adara 2023’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button