Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif armanca hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand. Foza Yûsif got: Hevpeymana Civakî ku felsefeya rêber Abdulah Ocalan esas digre ji bo Sûriyeyê û hemû herêmê modeleke alternatîf e. Ev hevpeyman wê ji bo hemû gelan û jinan bibe mîladeke nû.