Li Qamişlo 9. Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dest pê kir

Li bajarê Qamişlo 9. Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 2023’an despê kir.
Di mehrîcana ku wê nêzî 2 hefteyan dewam bike de, wê helbest, şano, semîner, mûzîk û hwed werin gotin û pêşkêşkirin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) 9’emin Mîhîrecana Rojava ya çand û Hunerê lidar xist.

Mîhrîcan bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” li bajarê Qamişlo pêk tê.

Di mîhrîcanê de, nûner, endamên saziyan, nivîskar û helbestvan amade bûn.

Di bernameya mîhrîcanê de çalakiyên cur bi cur wekî çîrok, helbest, şano bi tevlêbûna 165 kesan pêk tê.

Li ser navê Komîteya Amadekar a mîhrîcanê endamê HRRK`ê Kemal Necim bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku ew ji bo xwedîderketina li rêgezên kurdîniyê wekî erk dest bi lidarxistina mîhrîcanê kirine.

Necim da zanîn ku di dawiya 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê de wê navê xelatgirên xelata afirîneriyê ya salane ya HRRK`ê jî bê eşkerekirin.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê Enahîta Sîno jî bal kişand ser dirûşma mîhrîcanê û got:

“Divê em layiqî vê dirûşmê bin, em bi saya şehîdên xwe di vê pêvajoya hestiyar de ne.

Ji bo vê yekê pêdiviya me bi parêzvanên çand û hunera kurdî heye, ev erk jî ya rewşenbîr û nivîskaran e.”

Mîhrîcan wê saetên şevê jî bi çalakiyên wekî semîner, sînema û xwendina helbestan bidome.

Mîhrîcan wê heta 28’ê Kanûnê dewam bike.

Back to top button