Pêkhateyên Sûryan û Ermen: Hevpeymana Civakî vejîn e

Suryan û Ermenên beşdarî pêvajoya nivîsandina Hevpeymana Civakî bûne, destnîşan kir ku hevpeyman mafên hemû pêkhateyên li welat diparêze. Her wiha diyar kirin ku erêkirina hevpeymanê ji bo gelên herêmê vejîn e.

Hevseroka Yekitiya Ciwanên Pêşverû ya Sûriyeyê û endama Meclisa Qanûnsaz a parêzgeha Cizîrê Meryana Îsa têkildarî hevpeymanê axivî û got:

“Projeya demokratîk a konfederal bingeha Hevpeymana Civakî ye, anku her kantonek serbixwe ye.

Lê belê bi şiklekî demokratîk ku bi rêya pergala civakî ya ku sazûmaniya Rêveberiya Xweser wê diyar dike.

Di performansa bingehîn de parastina mafên hemû pêkhateyan heye.”

Nûnerê pêkhateya Ermen ê Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armîn Mardoyan jî got:

“Bendên Hevpeymana Civakî hevgirtina civakî û neteweya demokratîk bi hemû pêkhateyên wê bêyî dûrxistina tu pêkhateyekê, bi pêş dixe.”

Armîn Mardoyan diyar kir ku Hevpeymana Civakî ji bo gelên herêmê vejîn e.

Back to top button