Artêşa Somalyayî kuştina 4 çeteyên El-Şebab ragihand

Artêşa Somalyayî ragihand ku li devera Xembolî ya parêzgeha Şibîlî, 4 çeteyên Tevgera El-Şebab di operasyonekê de hatin kuştin.

Artêşê da xuyakirin ku hêza Deneb a Amerîkî ya taybet, ev operasyon pêk aniye ku berî niha ya dawî plana wê kiribû.

Di encama wê de, 3 çete û serçeteyê bi navê Mihemed Silêman Xe’imî ku li parêzgehê berpirsiyarê belavkirina hizirê terorîst bû, hatin kuştin.

Di demên dawiyê de, artêşa Somalyayî digel hêzên navneteweyî operasyonên xwe li dijî çeteyên Tevgera El-Şebab a girêdayî Qaîdeyê, zêde kirine.

Back to top button