Droneke Tirkî li Qerebaxê hat xwarê

Tevî agirbestê jî, şerê li Qerebaxê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê li dar e û grûpa Minsk jî îro li Cinêvê dicive.

Artêşa Parastinê li Qerebaxê ragihand ku droneke Tirkî ya ji curya “Bîrqdar” hat xistin.

Artêşê da zanîn ku rewş hîna di eniyên pêş de ne baş e, lê hêzên Ermenisatnê bersiva êrîşan dide û çalakiyan pêk tîne.

Ermenistan: Hêzên Azerî baregehan ji çeteyan re ava dikin

Wezareta parastinê ya Ermenistanê jî da zanîn ku hêzên Azerî baregehan ji çeteyan re li Qerebaxê ava dikin.

Tê payîn, grûpa Minsk îro digel Wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbeycanê li Cinêvê bicive.

Back to top button