Fransa piştgirî da cezayên Ewropî yên li dijî Tirkiyê

Sekreterê Fransî yê karûbarên Ewropayê, ragihand ku wê welatê wî, cezayan li ser asta Ewropayê li Tirkiyê bibire.

Clement Boone duh di rûniştineke meclisa senatorên Fransî de got:

“Em piştevaniya tedbîrên Ewropayê li dijî Tirkiyê dikin, ceza wê weke bersiveke xurt ji bo Tirkiyê be.”

Clement Boone diyar kir ku biçûkxistina serokkonarê Fransayê ji aliyê Erdogan ve, nayê pejirandin..

Ragihandina cezayan li dijî Tirkiyê, piştî gotinên Erdogan ji Makcon re û banga Tirkiyê ya boykotkirina kelûpelên Fransyê pêk hat.

Back to top button