Koçberên Kampa Erîşa ya li başûrê Hesekê ji bo mexdûrên erdhejê nêzî 20 ton cilên zivistanê û betanî dan hev.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ji bo mexdûrên erdhejê kampaniya alîkariyê da destpêkirin.
Kampaniya bi navê “Bi hev re ji bo mirovahiyê” hatiye destpêkirin û li Hesekê 2 kon hatin vedan.
Yek li kêleka Qada Agirkujiyê ya taxa Til Hecer, ya din jî li kêleka Çerxeriya Şehîd Ezîz a li taxa Xiwêran e.
Bi dehan şêniyên Hesekê yên ji pêkhateyên cuda berê xwe dan bin her du konan û alîkarî pêşkêş kirin.
Têkildarî mijarê, Endamê Meclisa Bakurê Hesekê Omer Şerîf axivî û diyar kir ku kon ji beriya sê rojan ve hatine vedan.
Li gorî Şerîf, koçberên Kampa Erîşa tevî rewşa xwe ya dijwar jî, nêzî 20 ton cilên zivistanê û betanî wek alîkarî şandine.
Kampanyaya alîkariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê wê heta 20′ê Sibatê dewam bike.