Li Başûrê Kurdistanê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê didome.
Li navçeya Wadî Şam ya girêdayî Kerkûkê 3 çeteyên DAIŞ’ê di operasyonekê de hatin kuştin.
Dije Terora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev hêzên wan li navçeya Wadî Şam ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyoneke pêk anîne
Di operasyonê de bi çeteyên DAIŞ’ê re ketine pevçûnê.
Dije Terora Iraqê ragihandin ku di encama operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.