Welatiyên Germiyan: Doza Rêber Apo dozeke netewî ye

Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li Binarê Qendîlê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
Welatiyên bajarokê Kifrî ya Germiyan jî li dijî komployê bertek nîşan dan. Hevserokê Meclisa Gel a Guhbel Emer Parso jî dibêje: ”Eger ne ji fikrê rêber Apo ba wê gelek fermanên din bihatana ser Êzdiyan.” FILM

Welatiyên bajarokê Kifrî ya Germiyanê jî derbarê komployê de axivî û komplo şermezar kirin.

Aktîvîst Kemeran Mecîd anî ziman ku Amerîka û welatên rojava jî hevkarên komployê ne.

Kemeran Mecîd diyar kir ku doza Rêber Apo dozeke neteweyî û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

Mamoste Mihemed Şerîf jî bang li gelê Kurd kir ku heta azadiya rêbertî çalakiyên xwe ranewestînin.

”Bi saya fikrê Rêber Apo rê li ber fermanan hat girtin”

Hevserokê Meclisa Gel a Guhbel Emer Parso jî derbarê mijarê de ji ROJNEWS’ê re axivî.

Paso balkişand ser fikrê rêbertî û got: “Eger li Rojhilata Navîn xwerêvebirin pêş bikeve wê desthilatdarî nemîne.

Li ser bandora fikr û felsefeya Rêber Apo a li ser civaka Êzidî û gelên Şengalê jî Paso ev tişt got:

”Ne tenê civaka Êzidî, hemû gelên Şengalê xwe li ser fikrê Serokatî perwerde dikin.

Gel xwe li ser fikrê Serokatiyê çiqas perwerde bike wê ferman ewqas kêm bibin.

Sala 2017’an, eger ne ji YBŞ’ê ba gengaz bû ku fermanek din bihata serê Êzidiyan.

Lê bi hêza fikrê rêbertî rê li ber fermanan hate girtin.”

Back to top button